Li Xersonê bi fermî Mala Kurdan hat vekir

Li Xersonê bi fermî Mala Kurdan hat vekir

Kurdistaniyên li bajarê Ûkraynayê Xersonê dijîn û yê ji Kurdistanê ji bo kar hatine bajar ji bo xwe rêxistin bikin bi awayekî fermî saziya Mala Kurda vekirin. Sazî wê girêdayî Yekîtiya Saziyê Kurd yê li Ûkraynayê xebatê xwe bide meşandin.

Kurdistaniyên li bajarê Ûkrayna Xerson dijîn û yê ji Kurdistanê ji bo kar û xebat bikin hatine Xersonê ji bo xwe rêxistin bikin û pirsgirêkê xwe yê çandî, civakî, aborî û siyasî çareser bikin bi alîkariya Yekîtiya Saziyê Kurd yê li Ûkranyayê do êvarî di demjimêr 18.00’an de li navenda bajar Saziya Mala Kurda bi awayekî fermî vekirin. Sazî her wiha wê wek ofîsa Yekîtiya Saziyên Kurd yê li Ûkranyayê ya bajarê Xersonê jî xebat bide maşandin.  Di vekirina saziyê de Cîgirê Serokê Yekîtiya Saziyên Kurd li Ûkraynayê Mûrad Evdoyî axaftinek kir.

Evdoyî di axaftina xwe bal kişand ser girîngiya gelê bi rêxistin û got: “Li kîjan deverê cîhanê dibe bila bibe îro gelên ne rêxistin kirî berbi tunebûnê ve diçin. Bi taybet di nav gelê cîhanê de herî zêde pêwîstiya gelê Kurd bi rêxistinê heye. ji ber lîstikê pir kirêt li ser kurda hat maşandin. Îro li her welatî Kurd hene. Cihê Kurd lê dijîn pêwîste li çand û nirxên xwe derkeve. Ev yek jî bi rêxistinê û hatina cemhev li ser pirsgirêkên derdikeve nîqaşkirinê dibe.

Îro li gelek bajara Mala Kurda hatine vekirin, erkên van Mala ewe ku pêşxistina çand, ziman û parastina nirxane. Li ser vî bingehî em dikarin xwe bêhtir rêxistin bikin û bibin hêz. Kurdê êzidî, misilman û elewî kî dibe bila bibe di encamê de nirxên me yê netewî yekin û erkê me hemûyan parastina van nirxane ye. Asta têkoşîna di pêşangiya Rêber APO de li Kurdistanê tê meşandin em gihandin van rojan. Tekoşîna gelê Kurd îro di asta herî bilind û xurt de ye. Di vê çarçoveyê de em jî wek gelê Kurd yê li Ûkraynayê jiyan dikin, piştgiriya xwe ji projeya birêz Abdullah Ocalan re eşkere dikin. Pêwîste her Kurd piştgiriyê bide vê pêvajoyê.”