Li Xarpêtê jinên girtî 29 roj in di greva biçîbûnê de ne!
Li Xarpêtê 6 jinên girtî 29 roj in di greva biçîbûnê de ne. Malbatên girtiyan, banga xwedîderketinê kirin.
Li Xarpêtê 6 jinên girtî 29 roj in di greva biçîbûnê de ne. Malbatên girtiyan, banga xwedîderketinê kirin.
Her ku diçe asta êşkence û îxlalên li dijî girtiyan zêde dibe, bi hincetên kêfî cezayê disiplînê li girtiyan tên birîn. 6 jinên girtî yên li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Xarpêtê, li dijî pêkanînên kêfî çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bêdorveger dabû destpêkirin 29 roj li pey xwe hişt.
Bavê Rozerîn Îldan a girtî Nîhat Îldan têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku 4 meh in agahî ji zarokên xwe negirtine û got: “Em nizanin çi li wir çêdibe.”
‘EV BI MEHAN IN TI AGAHÎ JI ZAROKÊN ME NAYÊN GIRTIN’
Bav Îldan wiha got: “Ev çar meh in hemû nameyên me ji bo zarokên xwe şandin, li me tê vegerandin, hemû serlêdanên me yên hevdîtinê hatin redkirin. Ji bo Rozerîn cil û bergên ferdî me şand, dîsa li me hatin vegerandin. Girtiyek hate berdan, bi rêya wî me hinek agahî girt, me fam kir ku Rozerîn jî di nav de herî kêm 6 girtî ev 29 roj in di greva birçîbûnê de ne.”
‘EM Ê BI RÛMET LI BER XWE BIDIN’
Bav Îldan ji bo girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Xarpêtê li ber xwe dide banga destekê kirin û wiha got: “Çawa zarokên me li her derê li ber xwe didin em jî wê li ber xwe bidin. Daxwazên zarokên me daxwazên me ne.”
BAŞARAN A HDP’YÎ: HETA ENCAM BÊ GIRTIN WÊ HEWLDANÊN ME BIDOMIN
Endama Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê û Parlementera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku têkildarî êşkenceyên li girtîgehan bi rêveberên Wezareta Edaletê re hevdîtin pêk anîne. Başaran destnîşan kir ku ti encam ji hevdîtinan nehatine girtin.
Başaran anî ziman ku hevdîtin bi Midûrê Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Xarpêtê dewam dike û got: “Heta ku encam bigire wê hewldanên me bidomin.”