Li Worms’ê şeva Çanda Kurdî hate li darxistin
Li Worms’ê şeva Çanda Kurdî hate li darxistin
Li Worms’ê şeva Çanda Kurdî hate li darxistin
Li bajarê Elmanya Worms şeva Çanda Kurdî hate li darxistin. Şeva ku girseyekî zêde beşdar bûyî 35. Salvegera damezrandina PKK’ê hate pîroz kirin. Di şevê de şoreşa Rojava jî hate silav kirin û di axaftinên ku hatin kirin de hate diyar kirin ku pêwiste gelê Rojavayê Kurdistanê bitenê ne yê hêlan.
Di axaftinan de dîroka PKK’ê a 35 salan hate gotin û hat diyar kirin ku dîroka 27’ê Mijdara 1978’an di dîroka Kurdistanê de weke cejna vejînê tê pêşwazî kirin. pîrozbahiyên ku di saetên duh yên şev de destpê kir û heya direngiya şevê berdewam kir Koma Heval, Grup Dem û gruba folklor ya Kom sor derketin ser dîkê.