Li Whatsappê deqsaziya sîxuriyê ya Îsraîlê

Eşkere bû, ji ber valahiyeke ewlehiyê, deqsaziyeke (software) sîxuriyê ya Îsraîlê li Whatsappê hatiye bicihkirin. Whatsappê bang li 1.5 milyar bikarhênerên xwe kir ku bernameyê nû bikin.

Valahiya ewlekariyê ya Whatsappê ji aliyê rojnameya Financial Times ve hate eşkerekirin. Hate ragihandin ku valahî ji aliyê Whatsappê ve hatiye dagirtin.

Di nûçeyê de hate ragihandin ku li gorî firoşkarekî deqsaziyên sîxuriyê, deqsaza sîxur ji aliyê şîrketa Îsraîlî NSO Group ve hate amadekirin. Ev şîrket tê sûcdarkirin ku ji bo sîxuriya aktîvîst û rojnamevanên li Rojhilata Navîn û Meksîkayê bike, alîkariyê dide hikumetan.

Whatsappê êrîşa li dijî telefonên Android û iPhonesê meha Gulanê dît û tê gotin, piştî deh rojan çareyek jê re dîtiye.

Whatsappê bang li 1.5 milyar bikarhênerên xwe kir ku bernameya dawî ya Whatsappê daxîne û bi vî rengî nû bikin.

Şîrketê eşkere nekir ku vê êrîşê bandor li çend bikarhêneran kiriye, lê diyar kir ku wan pirsgirêk ji rayedarên Emerîkî re ragihandine.

Vê skandalê nîqaşên li ser Facebookê ku xwediyê Whatsappê ye, zêde kir. Facebook di mijara berhevkirina daneyên şexsî yên bikarhêneran de dibe mijara nîqaşan.