Li Wêranşarê 4 kes hatin girtin

Ji kesên ku piştî teqîna li Wêranşarê pêk hat û şûnde hatibûn binçavkirin, 4 kes hatin girtin û 20 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Piştî êrşa 17’ê Sibatê ya li dijî lojmanên dozger û dadgeran a li navçeya Wêranşar a Rihayê hate lidarxistin û şûnde, kesên ku li taxên bejahî û navendî hatin binçavkirin kom bi kom birin edliyeyê. Destpêkê 24 kesên ku piştî binçavkirina 13 rojan û şûnde weke koma yekem sewqî emniyetê hatin kirin û piştre jî sewqî dozgeriyê hatin kirin.

 Ji 24 kesên ku pişît îfadeya li dozgeriyê hatin girtin û şûnde bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin, Zana Sîlgîr, Fesîh Taşçilar, Aydin Taşkin û welatiyê navê wî nehat zanîn bi îdîaya “Endamên rêxistinê” hatin girtin û 20 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.