Li Wargehê ji bo Rojava civinek awerte

Li Wargehê ji bo Rojava civinek awerte

Komeleya Ciwanan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem der barê rewşa Rojava de civinek awerte li dar xistin.

Di civînê de girêdayî rewşa siyasî pêşveçûnên li Rojava hatin nirxandin. Êrîşên li dijî Rojava wek êrîşên li ser gelê Kurd hat dest girtin. Ev êriş bi taybet, wek êrişên li ser ciwanan hate dîtin. Çawa ku li her çar aliyan gel ji bo Rojava li ser piyane, her wiha wargeh jî di vê pêvajoyê de, ji bo Rojava wek erkek li ser xwe dîtiye. Ciwanan wiha gotin: "Li ser van bingeha em jî wek ciwanên wargehê ji bo Rojava hemû erkên ku dikeve li ser milên me em amede ne ku pêk bînin."

Di civînê de sînevîzyona der barê qetlîam û pêşveçûnên Rojava hat temaşekirin. Her wiha ji bo pêkanîna  erkan bi dirûşmaya “Roj Herikandina Rojava ye”  bernameyek hin çalakiyan hate lidarxistin. Li gorî vê bernameya çalakiyan, di 25, 26, 27’ê Tebaxê de wê li Saziya Komalên Ciwanan konek bê vedan. Di vê çalakiyê de gelek çalakiyên cur bi cur dê pêk bên. Wekî sînevîzyon, panel, nirxandinên têkildarî Rojava, şahî, şano û roja dawî jî wê meşeke girseyî di pêşengtiya Ciwanan û Çandê de bê lidarxistin. Civîn bi dirûşmayên; "Bijî Berxwedanan Rojava", "Bijî YPG", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.