Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ji bo malbata Muslim peyama sersaxiyê!

Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ji bo malbata Muslim peyama sersaxiyê!

Koordînasyona Meclisa Demokratîk a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ji bo kurê hevserokê Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, Şervan Muslim ku li Rojava di şerekî li dijî çeteyên El Qaîdeyê de jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê da. Koordinasyona  Meclisa Demokratik a Wargeha Şehîd Rûstem  di peyama xwe de liser şerê li Rojava ravestî û wiha got:  “Li Rojavayê Kurdistanê ciwanên Kurd destanên qehremaniyê dinivîsîn, yek ji van destanên qehremaniyê jî ya rêhevalê me şehîd Şervane.”

Koordînasyona Meclisa Demokratîk a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ji ber  şehadeta şervanê YPG'ê Şervan Muslim ku kurê Hevserokê PYD'ê Salih Muslim peyameke sersaxiyê weşand. Peyame sersaxiyê de koordinasyona Wargehê xwest xwedî li nîrxan derkevin û wiha berdevam kir; “Pêwîste hemû gelê Kurd di vê pêvajoya ku em ber bi azadiyê ve dimeşin xwedî li mîrasê şehîdan ê ji me re hiştî ku, daxwaza wan tenê Kurdistanekî azad bû derbikevîn û têkoşînê hin zêdetir bilind bikîn.”

Peyama Koordînasyona Meclisa Demokratîk a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî wiha berdevam kir; “Me bixemgîniyek mezin şahadeta rêheval Şervan Muslim bihîst. Em weke Koordînasyona Meclisa Demokratîk ya Gel a Şehîd Rûstem Cûdî li ser navê Wargeha Penabaran êşa we ji dil parve dikin. Em di kesayeta rêheval Şehîd Şervan de hemû şehîdên tekoşîna azadiyê bibîrtînin û sersaxiyê ji malbat û gelê Kurd re dixwazin. Em dibêjin bila serê malbatê, rêhevalên wî ên di çeperan de dijî dijmin şer dikin, gelê Kurd û Rêbertiyê sax be.

Baş tê zanîn ku, pêvajoya çareseriyê ya li Bakûrê Kurdistanê di pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de destpêkir û destkeftiyên li Rojavayê Kurdistanê hatine bidestxistin ku gelê Kurd pêngavekî din nêzî azadiyê bû, ev bi saya ked û biryardariya fedaiyane ya şehîdan çêbûye. Şehîd rûmet û nirxên civaka Kurd ên herî giranbihane. Xwedî derketina li şehîdan, xwedî derketina li Rêbertî, li tekoşîna azadiyê û Kurdistanê ye.

Îro em dibînin gelê me yê Rojava ji bo azadiya xwe ku mafekî herî xwezayî ê mirovane ye, bi berxwedanekî bêhempa ku mînaka wê dicîhanê de tuneyî dimeşîne. Li Rojavayê Kurdistanê ciwanên Kurd destanên qehremaniyê dinivîsîn, yek ji van destanên qehremaniyê jî ya rêhevalê me şehîd Şervane. Li rexmî êrîşên komên çete ên piştgiriyê ji dewletên cîran û hêzên navnetewî digirin jî bi biryardariya fedaiyane ya şehîdên me ên birûmet azadiya xwe bidest dixin.

Em sekna we ya li hember tekoşîn û rêhevaltiya şehîd Şervan de birûmet dibînin û em jî weke gelê Wargeha Şehîd Rûstem soz û biryara xurt kirina tekoşînê didin. Dubare sersaxiyê li we û gelê Kurdistanê dixwazin.”