Li Wargeha Ş. Rustem Cûdî jin li dijî tundiyên li ser jinê meşiyan

Li Wargeha Ş. Rustem Cûdî jin li dijî tundiyên li ser jinê meşiyan

Bi boneya roja 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Şideta li ser Jinê, jinên wargeha penaberan a Ş. Rustem Cûdî meşek li darxistin. Jinan di meşê de tundî û destdirêjiyên li ser jinê şermezar kirin.

Bi boneya roja 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Şideta li ser Jinê bi hezaran jinên wargeha penaberan a Ş. Rustem Cûdî meşek li darxistin. Meşa ku îro di saet 09.00’ê de li ber deriyê Şaredariya wargehê destpê kir, heyanî pêş deriyê avahiya Neteweyên Yekbûyî jin meşiyan. Jinên ku bi cil û bergên gelerî yên kurdî tevlî meşê bûyîn posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelek posterên jinên ku di cîhanê û Tirkiyê li rastî êrişan, tundiyan, destdirêjiyan û qetilkirinê hatîn hilgirtin. Her wiha di meşê de jinan pankartên weke “Tundû tîjiya li ser tewanekî mirovahî”, “sîstema AKP’ê parêzvanê tecawîzkar û tewanbarane” û “jin jiyan azadî” hatin hilgirtin û dirûşmên “bemire desthilatdariya babik salarî” û “Jin jiyan azadî”, "Jin jiyane jiyanê nekuje", "Bijî rêber Apo” qêriyan.

Jinan li ber derê Neteweyên Yekbuyî ji bo çapemeniyê daxuyanî xwendin. Fatma Oren, daxuyani xwend û wiha got: "Di sîstema kapîtalîst û desthilatdariya zilam ya 5 hezar salî avakirî de tê dîtin ku maneviyat û exlaq tunebuye, wek tê zanîn bi vê ve girêdayî jî di kesayeta jinê de mirovahî û civak hatiye kolekirin. Di roja meya îro de ji sîstema kapîtalîst jin jinava çar dîwaran derxistiye û bi awayekî tazî derxistiye kolanan” 

Oren, da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye ku “Jin xistine rewşa qiralîçeya metayan” li ser beden, giyan û zîhnê jinê bazara tê kirin wiha berdewam kir: "Her parçeyek bedena jinê fiyetek tê diyarkirin, bivê ve girêdayî tecawîz, tacîz û qetilkirin hatiye rewakirin. Dema em li otoriteya dewleta îro dinêrin qirkirina li ser jinê ya ji dîrokê heya roja me ya îro berdewam dike û di parêze. Şideta di aliyê siyasî, civakî û aborî de li ser jinê tê pêkanîn bi destê dewletê tê belavkirin û yên pêktînin ji tên parastin. Di dîrokê de 25’ê Mijdara sala 1960’an de ku sê jinên li hember dîkdatoriya komaran domînîkê dikin ji aliyê dewletê ve tên tecawîzkirin û qetilkirin û piştî 39 sal li ser vê buyerê re derbaz dibe nû ji aliyê dewletên yekbuyî ve ev roj weke roja ji “Ji şideta li ser jinê” re na hat îlankirin. Daxwiyanî bi sloganên “bijî rêber Apo", "Jin jiyan azadî” bi dawî bû.