Li Wargeha Mexmûr ji bo gerîlayê YRK’ê Felat merasîm
Li Wargeha Mexmûr ji bo gerîlayê YRK’ê Felat merasîm
Li Wargeha Mexmûr ji bo gerîlayê YRK’ê Felat merasîm
Li Wargeha Penaberan Şehîd Rûstem Cûdî ji bo gerîlayê YRK’ê Felat Malat ê di 15'ê Tîrmeha 2014’an li Rojhilatê Kurdistanê herêma Dalaho bi 4 hevalên xwe re di encama kemîna çeteyan de jiyana xwe ji dest da, merasîmek hat lidarxistin.
Li Saziya Malbata Şehîdan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) şehadeta gerîlayê YRK (Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê) Hesen Kara bi nasnav Felat Malat ku bi 4 hevalên xwe re li Rojhilatê Kurdistanê herêma Dalaho di encama kemîna çeteyan de jiyana xwe ji dest da hate îlankirin. Her wiha birayek din ê gerîla Felat, Welat di sala 1997’an li wargeha Nînova ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibû qetilkirin.
Merasîma gerîlayê YRK’ê Felat bi beşdarbûna sedan welatiyên wargehê bi deqeyek rêzgirtina ji cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Piştî rêzgirtinê dirûşmayên, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” hatin gotin.
Li ser navê Saziya malbatên Şehîdan Mamosta Mele Elî sicîla gerîlayê YRK’ê Felat Malat û nameya ku YRK’ê ji malbatê re şandibû xwend.
Piştî xwendina name û sicîlan li ser navê malbatê bav, dayik û xwişka gerîla Felat axivîn. Bavê gerîla Felat, Yûsif Kara xêrhatina gel kir û got,“Şehîd Felat ne şehîdê wî, şehîdê tevayî gelê Kurd ê bi şeref û namûs e.” Dayika gerîla Felat Meqbûle Kara jî wiha axivî: “Felat ne Felatê min e, Felat ê gelê Kurd e, yê Kurdê bi şeref e. Serê Serokatî sax be, serê partiya me sax be û serê gelê amade sax be.”
Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mamosta Mele Elî jî wiha got, “Em di kesayeta gerîlayên bira ên şehîd Welat û Felat de bejna xwe li ber hemû şehîdan ditewînin.” M. Elî anî ziman ku, gerîla li her çar aliyên Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane û got, “Van şehîdan bi xwîna xwe yekîtiya neteweyî dane avakirin. Bi xwîna xwe parastina Kurdistanê kirin. Em ê li pey xwîna wan şehîdan biçin.” M. Elî wiha dewam kir, “Em şehadeta Felat û rêhevalên wî di serî de li Rêber Apo, li rêhevalên wî, li gaziyan, bi taybet li malbata wî û gelê wargehê pîroz dikîn.”
Piştî axaftina M. Elî xwişka gerîla Felat ku ew jî 20 sal e gerîla ye Nalîn axivî û anî ziman ku, li vê wargehê her malekê şehîdek xwe heye û berdelên giran dane, hê jî dide. Nalîn got, “Îro ne tenê dewletên Tirk, Îran, Iraq û Sûriyeyê şerê me dikin, çete derxistine û em şerê wan jî dikin. Em dikarin bi têkoşîna xwe û berxwedana xwe wan vala derxin. Felat ne tenê birayê min bû, hevalek ê herî nêzî min bû. Hevalê min ê têkoşînê bû, me mil bi mil têkoşîn dida û şer dikir. Tişta ku bikeve ser milê min ez neçarim pêk bînim.” Nalin bal kişand ser rewşa berxwedana li Kurdistanê û got, “Îro ciwanên gelê Kurd sinorên navbera xwe rakirin. ciwanên Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê şehîd dikevin.”
Piştî axaftinan girseyê dirûşmayên, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” gotin û girse çû konê sersaxiyê. Wê konê sersaxiyê 3 rojan vekirî bimîne.