Li Wanê yekemcar atolyeya ziman a Kirmançkî vebû

Li Wanê yekemcar atolyeya ziman a Kirmançkî vebû

Li Wanê yekemcar qûrsa zaravayê Kirmançkî yê Kurdî hat vekirin. Qûrs rastî eleqeyeke zêde dtê.

Qûrsa ziman a zaravayê Kirmançkî yê Kurdî, bi pêşengiya Wan Kurdî-Derê hat vekirin. Atolyeya ziman a Kirmançkî ku ji aliyê nivîskara Dêrsimî Bedriye Topaç a li Wanê dijîn ve hat amadekirin, diwaze zaravayê Kirmançkî ji civakê re ragihîne.

'ZIMAN HEM PAŞEROJ HEM JÎ PÊŞEROJA MIROV E'

Mamosteya qûrsê Bedriye Topaç der barê atolyeya zimanê Kirmançkî de agahî da û anî ziman ku girêdana mirov bi ziman di zikê dayikê de destpê dike û bi zayînê re xurtir dibe. Topaç got, "Ziman masûm e û pîroz e. Bi gotinan gerdûna mirov jê hatiye û civaka lê dijîn vedibêjin, mirovan bi cîhanê ve bi xurtî girê didin. Ziman hem paşeroj hem jî pêşeroja mirov e. Her zimanê li ser rûyê erdê tê bikaranîn, rengînî û xweşbîniya cîhanê tîne bîra mirovan."

Topaş bibîr xist ku cihêrengiya ziman a li erdnîgariyekê dewlemendiya wê erdnîgariyê ye û anî ziman ku ji ber qedexe û zextên neteweyên serdest, gelek ziman tine bûne û gelek jî li ber tinebûnê ne.

Topaç da zanîn ku her çend xebatên di demên dawî de tên meşandin ji bo Kirmançkî hêvî bin jî, hînê têrê nakin.

'HER XEBATEK TOVEK E'

Topaç anî ziman ku Wan ne bajarekî bi zaravayê Kirmançkî diaxive ye û diyar kir ku nifûseke Kirmançkî diaxive bi hin koçberiyan re hatiye bajêr. Topaç got, "Me jî li ser daxwazeke zêde dest bi vê atolyeya ziman kirin. Cihê kêfxweşiyê ye ku Kurmanc jî eleqeyê nîşan dide û lê xwedî derdikeve. Xebat gelekî berhemdar derbas dibe. Bi helbestan re em rengîn dikin. Em hemû dizanin ku her xebatek toveke û li gorî vê têgihiştinê tevdigerin. Hêviya me ew e ku xebatên bi vî rengî zêde bibin."