Li Wanê xebatên referandûmê bi hemû leza xwe didomîne
Ji bo referandûma 16’ê Nîsanê demekî pir kurt mayî, li Wanê rêxistinên HDP’ê û BDP’ê yên navçe û bajêr lez dan xebatên xwe.
Ji bo referandûma 16’ê Nîsanê demekî pir kurt mayî, li Wanê rêxistinên HDP’ê û BDP’ê yên navçe û bajêr lez dan xebatên xwe.
Koma ku hevserok û parlementer jî di nav de, bi serdanên li dikandar, tax û navçeyan xebatên xwe didomînin.
ERDÎŞ
Li naçeya Erdîş a Wanê di çarçoveya xebatên referandûmê de gundê Zîlan ziyaret kirin û gel silav kirin. Parlemetera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgolçe a ku gel silav kir hevparên HDP, DBP û TJA jî beşdar bûn. Heyeta ku gundên Îşbaşi, Kardogan, Magara, Koyçuk, Sogutlu, Îkîzçali, Yalanli, Sabanbuken û Afirkaya li gel gundikê Koçkopru gel silav kirin, jinan bi rengên kesk, sor û zer û bi sembola serkeftinê heyetê pêşwazî kirin. Gel li gel strana ‘NA’ ya ku hate gotin govend gerandin.
Bedîa Ozgokç welatiyên gund têkildarî referandûmê agahdar kirin. Bedîa bertek nîşanî cihê guhertina sindoqan a birina gundên cerdevanan da, bang li welatiyên gundê Zîlan kir ku xwedî li sindoq û dengên xwe derkevin kir.
WESTAN
Parlementerê HDP’ê yê Wanê Adem Geverî, Hevserokê HDP’ê yê bajarê Wanê Yakûp Ataş û Hevserokê BDP’ê yê Wanê Ahmet Aygun li Westanê bi gel re civiya. Piştî serdana Geverî û DBP’iyan û şûnde bi gele re govenda ‘NA’ gerandin.
TÛŞBA
Li Tûşbayê jî rêxistinên HDP’ê û DBP’ê li serdanên gel û dikandaran bi gel re civiyan û bang li gel kir ku 16’ê Nîsanê xwedî li sindoqan derbikevin.