Li Wanê rexmê qedexeyan jî gel herikî qada Newrozê

Li Wanê tevî qedexeyê jî deh hezar kes daketin qada Newrozê.

Li Wanê tevî qedexeya Walîtiyê jî gelek kes herîkîn Fetlanoka 2 Nîsan a wê Newoz lê were pîrozkirin.

Ji saetên sibehê ve deh hezar kes ber bi qadê ve meşiyan, tê payîn ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahedîn Demîrtaş jî were.

Li herêmê coşek mezin heye û tê hêvîkirin ku bi hezaran kesên din jî werin qada Newrozê.

Gel bi cil û bergên xwe yên Kurdî, bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” diherikin qadê.