Li Wanê qirkirina siyasî: 15 kes hatine binçavkirin
Li Wanê di operasyona qirkirina siyasî de 15 kes hatin binçavkirin.
Li Wanê di operasyona qirkirina siyasî de 15 kes hatin binçavkirin.
Polîsan îro serê sibehê bi ser gelek malbatan de girtin. Di serdagirtinan de li gel hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Veysî Dîlekçî û Gulşen Kûrtê, herî kêm 15 kes hatin binçavkirin.
Navên kesên di serdagirtina serê sibê de hatine binçavkirin wiha ne: “Hevseroka Komeleya Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) Hanim Kaya, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Aynûr Sarica, Hevserokê DEM Partiyê yê navçeya Artemêtan Cemîl Baydar, Dayikên Aştiyê Sarya Suer, Hazal Suer û Munîfe Kaçak; Adem Onat, Fazil Nûman, Tahîr Artîm û Selma Cintan."