Li Wanê polîs sindoqan direvînin

Li Wanê polîsên AKP’ê dixwazin sindoqan ji şaredariyê bibin Edliyeyê.

Li Wanê polîs dixwazin sindoqên ku nehatine vekirin ji gel birevînin. Polîsan destpêkê xwestin sindoqan bibin şaredariya AKP’ê ya Tûşbayê. Li ser îtiraza rayedarên HDP’yiyan polîsan gotin ‘Di nava şaredariyê de em ê bibin avahiya edliyeyê’.

Tevî hemû îtirazên rayedarên HDP’ê polîsan sindoqek revandin Şaredariya Tûşbayê û dixwazin sindoqên din jî birevînin. Dîmenên ji herêmê jî bi awayekî vekirî nîşan dide.

Rageşiya di navbera polîs û gel de didome.