Li Wanê kemîn û operasyon
Li Wanê kemîn û operasyon
Li Wanê kemîn û operasyon
Artêşa Tirk li bejahiya navçeya Saray (Mehmûdî) a Wanê dest bi operasyonekê kiriye. Li gundên Qerqelî jî kemîn tên dayîn.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê HPG-BÎM di daxuyaniya ku weşand de da xuyakirin ku artêşa Tirk li Wanê dest bi operasyoneke leşkerî kiriye û operasyon heman rojê bêencam bi dawî bûye û leşker vekişiyane. Di daxuyaniyê de ev hat gotin: "Di 9’ê Tebaxê danê sibê de ji aliyê artêşa dagirker a Tirk ve li navçeya Mehmûdî ya Wanê li gundê Koçik û derdora wê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon danê êvarê bêencam bi dawî bûye.
HPG’ê her wiha da xuyakirin ku li nêzî gundên Kartallar û Hesen ên girêdayî Qerqelî ya Wanê jî hewldanên danîna kemînan ev çar roj in berdewam dike.