Li Wanê ji bo du gerîlayan konê sersaxiyê hate danîn

Ji bo 2 gerîlayên HPG’ê li Wanê konê sersaxiyê hate danîn. Ji bo sersaxiyê eleqeyek zêde heye.

Li Wanê ji bo Mercan Erkol a bi nasnav Bêrîtan Tolhildan û Abdullah Erkol ê bi nasnav Arnos Serhad ên gerîla sersaxî hate qebûlkirin. Sersaxiya herdu gerîlayan li heman cihî tên pêşwazîkirin, welatî bi girseyî diçin konê sersaxiyê.

Arnos Serhad 16’ê Adara 2019’an li Sîdekan di encama şerekê de yek ji 5 gerîlayên ku şehîd bûbûn de bû. Li gorî daxuyaniya HGP’ê, di çalakiya mijara gotinê de 23 leşker hatibû kuştin û 10 leşker jî hatibûn birîndarkirin.

Bêrîtan Tolhildan jî 16’ê Mijdara 2017’an di encama operasyoneke ya li navçeya Pasûr a Amedê de ji 12 gerîlayên ku endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Dogan Zinar jî hebû şehîd bûye.