Namzetên HDP’ê yên parlamenteriyê Mûrat Sarisaç, Mûazzez Orhan, Asûman Yilmazer û Mûkaddes Karakoç, Hevserokên HDP’ê yên Wanê Yadîşen Karabûlak, Umît Dede, Hevserokên DBP’ê yên Wanê Ayla Tarhan, Okkeş Kawa û Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Adem Geverî di çarçoveya xebatên hilbijartinan de serdana gundan kirin û bi gel re civiyan.
ERDÎŞ
Di çarçoveya xebatên hilbijartinan de namzeta HDP’ê yên Wanê Mûkaddes Karakoç, Parlamenterê Wanê yê HDP’ê Adem Geverî, Hevserokê navçeya Serayê Bûhan Fîdan, Aktivîsta Dayikên Aşitiyê Zekiya Kara û endamên partiyê serdana dikandaran kirin.
EBEX
Hevseroka HDP’ê ya Wanê Yadîşen Karabûlak, Hevserokên DBP’ê yên Wanê Ayla Tarhan, Okkeş Kawa, namzeta HDP’ê ya Wanê Asûman Yilmazer û Hevşaredarê Ebexê Farûk Demîr ku li cihê wî qeyûm hatiye tayinkirin, li Ebexê serdana dikankandarn kirin û têkildarî hilbijartinên 24’ê Hezîranê gotûbêj kirin.
ERDÎŞ
Namzetê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç çû serdana Serokê Odeya Bazirganiyê ya Erdîşê Îzzet Yagar, Serokê Odeya Berber û Çayxaneyan Mûhîttîn Aydemîr û Serokê Odeya Kefalet û Esnafan Ahmet Gezer.
Sarisaç û heyeta pêre piştre li Bazara Lawiran û navenda bajêr serdana dikandaran kir û pirsgirêkên wan guhdar kirin.
ÎPEKYOLÛ
HDP’ê li Navenda Îpekyolûyê serdana Esnafên sûkê kir. Namzeta HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan axivî û got; “Ji bo welateke azad û demokratîk em- têdikoşin.”
SERAY
Namzeta HDP’ê ya Wanê Mûkaddes Karakoç û Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Adem Geverî di çarçoveya xebatên hilbijartinan de li navçeya Serayê serdana dikandaran kirin.