Li Wanê 5 kes hatin girtin

Li Wanê 5 kes hatin girtin

Li navçeya Saray û Qelqeliyê ya Wanê polîsan bi ser malan de girt û encamê de 6 kes hatin binçavkirin û 5 ji wan hatin girtin.

Li navçeya Qelqelî û Sarayê ya Wanê rojek berê bi malan û kargeriyan de hate girtin û 6 kes hatin binçavkirin. 5 kes ji aliyê Dadgehê ve bi îdiayaya ku ‘endamên rêxistinê ne’ hatin girtin. Fatîh Keleş, Emîn Daggezan,  Haluk Şahîn, Haci Şahîn û Mehmet Donar hatin girtin û şandin girtîgeha Tîpa F ya Wanê.

Li aliyê din 9 zarokên piştî mîtînga 1’ê îlonê ya Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan.