Li Wan û Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin

Di operasyonên qirkirina siyasî de li Wan û Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin.

Rejîma AKP-MHP'ê ku tevî hemû zext û zordariyê dike nake nikare gelê Kurd û mûxalîfan teslîm bigire, operasyonên xwe yên qirkirina siyasî didomîne.

WAN

Li navçeya Saray a Wanê, danê sibehê di serdegirtina malan de endamên meclîsa şaredariyê jî di navê de 14 kes hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin: Eylem Şenkal, Süleyman Konktağ, İsmail Tekin, Pakize Kalkoli, İshak Yakan, Veysel Şehin, Hekim Atlı, Kurtuluş Aydın, Mursal Şaran, Yakup Alduk, Nureddin Öner, Ercan Akbaşlı, Abdullah Yiğit, Ramazan Tosun.

ANTALYA

Li Antalyayê jî bi hinceta parvekirina li ser medya civakî gele kes hatin binçavkirin. Kesên binçavkirî: Burhan Guseve, Mehmet Çoban Er, Vahide Doğan, Osman Topaloğlu, Mehmet Akif Şimşek, Hüseyin Acar; mamoste Mehmet ê paşnavê wî nehate hînbûn, Ali, Muhyetin, Hüseyin.