Li Viyanayê xebatên hilbijartinê destpê kirin

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê xebatên hilbijartinê destpê kirin. Kurdistanî û Tirkiyeyiyên demokrat ên li Ewropayê dijîn, ji bo hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê, xebatên xwe dewam dikin.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê xebatên hilbijartinê destpê kirin. Kurdistanî û Tirkiyeyiyên demokrat ên li Ewropayê dijîn, ji bo hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê, xebatên xwe dewam dikin.

Di civîna li Navenda Civaka Demokratîk a Viyana de, ji pêkhateyên Yekîtiya Hêza Demokratîk nûnerên Federasyona Ciwanên Karker ên Tirkiyeyî yên li Awûstûryayê (ATÎGF), Konfederasyona Koçberên Bindest ên li Awûstûryayê (AEGK), Federasyona Gelan a Demokratîk li Awûstûryayê (ADHF), Federasyona Karkeran a Demokratîk (DÎDF), Federasyona Komeleyên Kurd li Awûstûryayê (FEYKOM), Kurdistanî û gelên Tirkiyeyî amade bûn.

Di civînê de, ji bo hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Viyanayê dijîn li lîsteyên hilbijêran qeyd bike, ji bo hesabên HDP'ê yên twitter, Facebook û [email protected] ên ji bo propagandayê veke, konserên piştevaniya HDP'ê organîze bike û hatineyên van ji HDP'ê re ragihîne, komîsyonek ji 15 kesan hat avakirin.

Di nava komîsyonê de jî Richart Berger û Berk Ozdemîr hatin wezîfedarkirin, ku karên vê komîsyonê bişopînin, di nava hefteyê de civînan koordîne bikin û berpirsyaran wezîfedar bikin.

Endamên komîsyonê bal kişandin ser girîngiya tevlîbûna HDP'ê weke partî li hilbijartinan û destnîşan kirin ku wan bi xebatên xwe re benda li pêşiya gelên bindest hatiye danîn, hilweşandine.