BI DÎMEN

Li Viyanayê resepsiyona Newrozê

Li paytexta Viyana ya Awûstûryayê, li ser daweta Konseya Civaka Kurd a Awûstûryayê (FEYKOM) û Şaredarê Viyanayê Micheal Haûpl, li Şaredariya Viyanayê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin.

Li paytexta Viyana ya Awûstûryayê, li ser daweta Konseya Civaka Kurd a Awûstûryayê (FEYKOM) û Şaredarê Viyanayê Micheal Haûpl, li Şaredariya Viyanayê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin.

Partiya Demokrat a Sosyal, Partiya Gel a Awûstûrya, Partiya Keskan, Konsolosiya Rûsya, Hîndîstan, Bolîvya, konsolosiyên Kanada û DYA, her wiha akademîsyen, nûnerên saziyên Kurd û Ewropayî û rêxistinên civaka sivîl tevlî resepsiyona li Şaredariya Viyanayê bûn.

Li ser navê Şaredarê Viyanayê Seroka Eyaleta Viyanayê Sandra Fraûenberger axaftina vekirinê kir, got ev resepsiyona Newrozê rûmetek e. Fraûenberger diyar kir ku ev resepsiyon ne ji bo şahiyê tenê ye, her wiha bi armanca piştevaniya gelê Kurd tevlî bûne û Newroza gelê Kurd pîroz kir. 

Endamê Komîsyona Karên Derve yê HDP’ê Nazmî Gur jî di axaftinên xwe yên Kurdî û Îngîlîzî de pêşketinên li Kurdistanê nirxandin. Êrîşên li ser gelê Kurd û helwesta Ewropa ya li beranberî bûyerên li Kurdistanê şermezar kir.

Di resepsiyonê de koma Muzikê ya Hîvronê cih girt.

...