Li Viyanayê nobeda "Azadî ji Ocalan re" dest pê kir

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan NCDK a li Viyanayê dest bi nobedê kir.

Nobeda "Azadî ji Ocalan re" ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ve li paytexta Awûstûrya Viyanayê tê organîzekirin û tê payin ku 2 mehan bidome. Bi vê armancê wê komîsyonek NCDK'ê her rojên Şemî û Yekşemê saet di navbera 14:00-17:00 de li ber avahiya Karlplatz Opera ya Viyanayê nobedê organîze bike..

Hefteya destpêkê ya nobeda "Azadî ji Ocalan re" ji aliyê Tevgera Jinê-Avesta ve hate organîzekirin. Di çalakiyê de posterên Ocalan, pankarta bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re statu ji Kurdistanê" re hatin vekirin û belavok hatin belavkirin. Çalakiya nobedê wê heta hefteya dawî ya meha Kanûnê bidome.

SÎSTEMA LI ÎMRALIYÊ TÊ ŞIDANDIN

Osman Yildirim bi navê NCDK'ê daxuyanî da û got, di sala 20. a Komploya Navneteweyî de sîstema li Îmraliyê tê şidandin. Yildirim bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kir û got, "Ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê xwe, divê em dakevin qadan û ji bo xwedîderketina li Rêberê xwe têkoşînê geş bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo mîtînga roja Şemiyê ya li ber Dêra Domê ya Stephanplatzê ya li Viyanayê banga tevlîbûnê hate kirin.

Nobeda "Azadî ji Ocalan re" wê hefteya bê ji aliyê Tevgera Ciwanan ve were girtin.