Li Viyanayê meş û hevdîtina li Serokwezaretiyê

Kurdistaniyên li paytexta Awûstûrya Viyanayê dijîn, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyek lidar xistin.

Her wiha, duh heyetekê li Serokwezaretiya Awûstûryayê hevdîtinek kir û bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan.

Çalakiyên ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li Ewropayê dewam dkiin. Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, ji ber avahiya Opera heta Stephanplatzê meşek hat lidarxistin.

Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Ocalan", "Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re aştî", "Bijî piştgiriya navneteweyî", "Bijî YPG", "Bijî YPJ" hatin qîrîn û belavok hatin belavkirin.

Di dawiya meşê de li Stephanplatzê mîtîngek hat lidarxistin. Di axaftinên li qada mîtîngê de bal hat kişandin ser tecrîda giran a li ser Ocalan û rizgarkirina Minbicê ya di salvegera Cejna Vejînê 15'ê Tebaxê de pêk hat, hat pîrozkirin.

HEVDÎTINA LI AVAHIYA SEROKWEZARETIYÊ

Li aliyê din, piştî çalakiya roja 11'ê Tebaxê ya li ber avahiya Serokwezaretiya Awûstûryayê, duh jî heyetekê bi rayedarên Serokwezaretiyê re hevdîtinek kir.

Di vê hevdîtinê de bal hat kişandin ser tecrîda li ser Ocalan bi taybetî jî liv û tevgera zêde ya li Girava Îmraliyê piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê rû da û hat gotin, ji hingî ve agahî ji Ocalan nayê girtin.

Heyetê dosyayek li ser tecrîdê pêşkêşî rayedaran kir. Rayedaren Awûstûryayî jî diyar kirin, ku ew ê dosyayê lêkolîn bikin û rewşê bişopînin.