Li Viyanayê ji bo azadiya Ocalan îmze hatin komkirin
Li Viyanayê ji bo azadiya Ocalan îmze hatin komkirin
Li Viyanayê ji bo azadiya Ocalan îmze hatin komkirin
Li paytextê Awûstûrya Viyanayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standa îmzeyan hate danîn.
Weke her rojê, roja Şemiyê li paytext Viyanayê stand hate danîn û ji bo Ocalan azadî hate xwestin. Standa ku ji aliyê Meclisa Gel ya Viyanayê ve hate organîze kirin li Schwedenplatz ku navenda bajare hate danîn.
Di standa ku nêzî 500 îmze hatin berhev kirin de, di navbera demjimêrên 13:00-20:00’an de gelek broşur hatin belavkirin.
Weke din jî çalakvana bang li Kurdan kir ku, di Festîvala Donau ya dê di navbera rojê 21-22-23’ê Hezîranê pêkbê ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî îmzeyan kom bikin.