Li Venezûelayê bi 7,3 pileyî erd hejiya
Erdheja bi mezinahiya 7,3 pileyî bandor li peravê bakurê rojhilat ê Venezûelayê kir.
Erdheja bi mezinahiya 7,3 pileyî bandor li peravê bakurê rojhilat ê Venezûelayê kir.
Li gorî daxuyaniya Saziya Lêkolînên Jeolojiyê ya DYA'yê (USGS), erdheja bi dijwariya 7,3 pileyî bandor li peravê bakurê rojhilat ê Venezûelayê kir û paytext Caracas jî pê hesiya.
Wezîrê Karên Hundir ê Venezûelayê Nestor Lûîs Reverol got, li gorî agahiyên destpêkê kes ji ber erdhejê nemiriye, lê hinek kes birîndar bûne.
USGS'ê ragihand, erdhej li herêmeke bi 20 kîlometreyan li bakurê rojava yê bajarê Yagûaraparo yê li bakurê rojhilat ê Venezûelayê bi 123 kîlometreyan di binê erdê de pêk hatiye.