Li Vastoçniyê li dijî tecrîdê çalakî hate lidarxistin

Li navçeya Vastoçnî ya bajarê Krasnodarê ya Federasyona Rûsyayê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin.

Kurdên li Vastoçniyê dijîn li dijî tecrîdê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Çalakgeran xwestin tecrîda li ser Ocalan were rakirin û çalakgerên greva birçîbûnê silav kirin.

Li pêşiya Navenda Çandê ya Vastoçniyê endamê meclîsê Evdila Ûsif got ku “Ji ber zilma dewleta Tirk a li ser gelê Kurd, gelê Kurd dest bi çalakiyeke wisa kir. Gelê Kurd li hemberî êrîşên li dijî rûmet û îradeya xwe bedena xwe daye ber birçîbûnê. Divê hemû hêzên cîhanê vê berxwedana gelê Kurd bibînin û piştgiriyê bidin Kurdan.”