Li Ûkraynayê rojbûna Ocalan hat pîrozkirin

Li Ûkraynayê rojbûna Ocalan hat pîrozkirin

Kurdistaniyên li bajarê Xarkov a Ûkraynayê dijîn ji bo 64’emîn Rojbûna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz bikin şahiyek pêk anîn. Di şahiyê de cigirê serokê saziyên Kurd yê li Ûkraynayê Fayiq Mamedov axaftinek kir û got: “Salek din wê gelê Kurd bi Rêber Apo re vê rojê pîroz bike.”

Kurdistaniyên li bajarê Xarkov a Ûkraynayê dijîn û dostên wan bi wesîleya rojbûna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan 4’ê Nîsanê pîroz bikin du saet di 18.30’an de li salona mûzikê ya Zarlda şahiyek lidarxistin. Di şahiyê de cigirê serokê saziyên Kurd yê li Ûkraynayê Fayiq Mamedov axaftinek kir. Mamedov di axaftina xwe da diyar kir ku gelê Kurd dixwaze vê rojê bi Ocalan re pîroz bike û wiha pêde çû: “Gelê Kurd dixwaze vê rojê bi rêberê re pîroz bike. Ji bo sala bê serok bi me re be pêwîste em ji bo azadiya wî têbikoşin. Gelê Kurd ev yek heq kiriye. Wek her gelê cîhanê ew jî dixwazin bi serokê xwe re be. Salek din wê gelê Kurd bi rêber Apo re vê rojê pîroz bike. Em rojbûna Serok Apo li hemû gelan pîroz dikin. Her wiha pêvajoya rêber Apo daye despêkirin em wek Kurdên li Ûkraynayê pîştgiriya xwe jê re raber dikin.”

Piştî axafina Mamedov serok û rêvebirên saziyên Kurd yên li Ûkraynayê jî li ser wate û giringiya rojê axaftin kirin.  Piştî axaftinan pasteya ku ji rengê ala PKK’ê û li ser “64’emîn Rojbûna te pîroz be” hatibû nivîsandin ji alî cigirê serokê saziyên Kurd yê li Ûkraynayê Fayiq Mamedov ve hat birîn.

Piştre komên muzîkê yên herêmî derketin ser dîkê û welatiyan govend gerand.