Li Tûzlûçayirê polîsan êrîşî girseyê kir

Li Tûzlûçayirê polîsan êrîşî girseyê kir

Ciwanên ku li Tûzlûçayirê projeya “Mizgeft-Cemxane-Aşevî” protesto kirin û xwestin ber bi qada înşaatê ve bimeşin polîsan bi ava şit û bombeyên gazê êrîş kir. Di çalakiya ku gel piştgirî dayê de, pevçûnên navbera girse û polîsan de didomin.

Li Tûzlûçayirê li dijî projeya “Mizgeft-Cemxane-Aşevî” ya hevpar Fethûllah Gulen û Îzzetîn Dogan ve tê plankirin, bertek berdewam dikin. Bi sedan ciwanên ku li Qada Tûzlûçayirê gihan hev û ber bi qada înşaatê ve meşiyan, polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîş kir. Di çalakiya ku gel piştgiriyek mezin dayê, ajovanên teksiyan jî bend danîn.

Pevçûnên di navbera ciwan û polîsan de didomin.