Li Tuzlayê teqîn: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
Li Tuzlayê teqîn: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
Li Tuzlayê teqîn: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
Di Tersaneya Tuzla ku bi mirina karkeran gelek tê rojevê de, hate ragihandin ku vê sibehê teqînekê rûdaye û karkerekê jiyana xwe ji dest da.
Bûyer vê sibehê li gorî demjimêra herêmî 05.00’an de li qada Tersanetiyê ya herêma tersaneyan rû da. Di dema qeynaxkirina keştiya binavê ‘Pasîfîk’ ya çêkirina wê didome de, teqînê rû da û karkerê binavê Elî Yakar jiyana xwe ji dest da.
Karkerên ku dengê teqînê bihîstin, agahî dan îtfayê û yekîneyên tenduristiyê. Yekîneyên îtfayê agir temirandin. Yekîneyên tenduristiyê jî piştî mudaxeleya destpêkê ragihandin ku, Yakar jiyana xwe ji dest daye.
Termê Yakar piştî hûrkolînê rakirin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Pendîk Marmarayê.
Hate ragihandin ku, di derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.