Li Tûtaxê 2 kes hatin girtin

Li Tûtaxê 2 kes hatin girtin

Li Tûtaxê, ciwanên bi navê Îsmaîl Başboga (24) û Onder Tosûn (18) ên di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin, bi hinceta tevlî çalakiyên ji bo Kobanê bûne hatin girtin.

Li navçeya Agirî Tûtaxê, duh êvarê di serdegirtinên malan de ciwanên bi navê Îsmaîl Başboga (24) û Onder Tosûn (18) hatin binçavkirin. Li dû kar û barên li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê Başboga û Tosûn anîn Edliyeya Agirî û dozgeriyê bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' xwest bên girtin û sewqî dadgeha nobedar kirin. Dadgehê jî Başboga û Tosûn girt û ew li Girtîgeha Tîpa M ya Agirî bicih kirin.

Hat ragihandin ku Başboga û Tosûn bi hinceta beşdarî çalakiyên ji bo Kobanê bûne, hatine girtin.