Li Trondheîmê bi sedan kes ji bo Efrînê meşiyan
Li bajarê Trondheîm ê Norweçê êrîşên dewleta Tirk bi ser Efrînê bi meşekê hate protestokirin.
Li bajarê Trondheîm ê Norweçê êrîşên dewleta Tirk bi ser Efrînê bi meşekê hate protestokirin.
Bi sedan kesên ku li bajarê Trondheîm ê Norweçê li hev civiyan êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a bi ser Efrînê protesto kirin.
Li navenda îstastona trenê mîtîng hate lidarxistin û bi sedan kesî bi pankartên ‘Efrîn ne bi tenê ye’ , ‘Dewleta Tirk a dagirker’ , ‘Komkujiyan rawestînin’ , ‘Her der Efrîn, her der berwedan e’ , ‘Erdoğanê kujer’ û ‘Pûtinê kujer’ ber bi cadeyên bajêr ve meşiyan û peyama ‘Efrîn ne bi tenê ye’ dan.
Çalakî ji aliyê Komîteya Efrîn a ku Komela Çanda Kurd û Platforma Piştevaniya Kurdistan cih digire, ji îstasyona Sentral Tren dest pê kir û heya Qada Trondheîm Torg dom kir. Li Trondheîm Torgê mîtîng hate lidarxistin û axaftin hate kirin.
Li ser navê komîteya amadekar Bêkes Berwaî axivî û bal kişand ser êrîşên qirkirinê yên bi ser gelê Efrînê û got ku gelê Ewropa wê ti carî dev ji qadan bernede.