Li Trablûsşam'ê teqîn: 20 mirî

Li Trablûsşam'ê teqîn: 20 mirî

Li bajarê Trablûsşam ê Libnanê, îro piştî nimêja Înê 2 êrîşên bombeyî rû dan û di encamê de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan, 35 kes jî birîndar bûn.

Piştî êrîşa bombeyî ya hefteya bihurî li paytexta Beyrûdê, ku di encamê de 27 kesan jiyana xwe ji dest dan, Libnan careke din bi teqînan hejiya. Li bajarê Trablûsşam ê eyaleta Şîmal a Libnanê, du êrîşên bombeyî dû dan û di encamê de 20 kesan jiyana xwe ji dest dan, piraniya wan giran 35 kes jî birîndar bûn.

Teqîna yekemîn lê nêzî mala Serokwezîrê berê yê welêt Necîp Mîkatî rû da. Ya duyemîn jî li taxeke ku piraniya şêniyên wê Sunnî bû, pêk hat. Tê gotin, cihên lê teqîn rû dane, ji ber nimêja Înê gelekî qelebalix bûne.