Li Toulouse çalakiya bêîteatîya sivîl
Li bajarê Toulouse a Fransa, êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê bi çalakiya bêîteatiya sivîl a li Firokxaneya Blagnac a Toulouse hat protestokirin.
Li bajarê Toulouse a Fransa, êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê bi çalakiya bêîteatiya sivîl a li Firokxaneya Blagnac a Toulouse hat protestokirin.
Êrîşên dagirkerî û qirkirinê ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, li tevahiya Ewropayê de bi çalakiyên girseyî tê protestokirin.
Kurdistaniyên li bajarê Toulouse a Fransa dijîn, li Firokxaneya Blagnac çalakiya bêîteatiya sivîl li dar dixin.
Di çalakiyê de bang li Neteweyên Yekbûyî , Yekîtiya Ewropa û hemû welatên Ewropa hat kirin ku bi awayek lezgîn bikevin nava tevgerê.
Hat ragihandin ku polîsên firokxaneyê dest daniye ser nasnameyên kesên çalakiya rûnîştinê li dar xistine.