Li Torontoyê rojbûna Ocalan hate pîrozkirin

Li Torontoyê rojbûna Ocalan hate pîrozkirin

Li bajarê Kanedayê Torontoyê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şahiyekê hate pîrozkirin.

Pîrozbahî ji aliyê ciwanan ve li Komeleya Çandê ya Kurdan hate lidarxistin û bi sedan kes beşdar bûn.

Pîrozbahî rêzgirtinê dest pê kir. Di şahiyê de peyamên Komeleya Çandê ya Kurdan, KJB û Komalên Ciwan hatin xwendin.

Piştî xwendina peyaman pasteya ji bo rojbûna Ocalan hatibû amadekirin hate birîn û piştre bernameya çandî dest pê kir.

Hunermend Kana, Turgut û Azîz derketin ser dike û girseyê li ber stranên wan govend gerand.

Pîrozbahiya ku bê navber têde dirûşima “Bijî Serok Apo” dihat gotin, heta derengiya şevê berdewam kir.