Li Torînoyê êrîşên li ser Efrînê hate protestokirin

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Torîno yê Îtalyayê êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker a bi ser Efrînê bi çalakiyekê protesto kirin.

Li Torînoyê li pêşiya nûnertiya NATO’yê êrîşên dewleta Tirk bi çalakiyekê hate protesto kirin.

Kurdistanî û dostên wan yên li Torînoyê li Qada Piazza Catesllo li hev civiyan.

Di çalakiyê de alayên PKK, YPG û YPJ’ê hate hildan û pankart hatin vekirin. Piştî axaftinan gel bi dirûşmeyan li Îstasyona Trenê ya Porto Suza çalakiya rûniştinê lidarxist.

Di çalakiyê de belavok hate belavkirin û xwendin, çalakî bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ , ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Jin Jyan Azadî’ , ‘Faşîst Erdoğan’ û ‘Dewleta kujer wê hesap bide’ bi dawî bû.