Li Torîno û Marsîlyayê daxwaza azadiya Ocalan hat kirin

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomînin. Fikarên li ser jiyana Ocalan ku piştî hewldana darbeyê zêde bûn, vediguherin hêrseke mezin.

TORÎNO

Li bajarê Îtalya Torînoyê, çalakiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin.

Kurdistaniyan li ber postxaneya Porta Nuva daxuyanî dan çapemeniyê û xwestin, fikarên li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan derhal ji holê werin rakirin.

Di çalakiyê de, ji bo rakirina tecrîdê bi sedan îmze hatin komkirin û ji CPT re hatin şandin.

Çalakî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî PKK", "Bijî YPG" dawî bû.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê daxwaza azadiya Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin. 

Li Marsîlyayê û Marîgnanê ji aliyê ciwan ve çalakî hat lidarxistin û belavok hatin belavkirin. 

Ciwanan diyarkirin ku heta azadiya Ocalan wê çalakiyê xwe mezin bikin.

...