Li Tirkiyeyê û Kurdistanê hevdîtinên ‘NA’ yên girseyî

HDP, DBP, HDK, û TJA, di çarçoveya xebatên referandûmê de, li bajarên Tirkiyeyê û Kurdistanê civînên bi gel re didomînin. Di hevdîtinan de qala girîgiya ‘NA’ yê tê kirin.

HDP, DBP, HDK, û TJA, di çarçoveya xebatên referandûmê de, îro di serî de li Amed û gelek cihan dewam kir.

AMED

Li Amedê HDP, DBP û TJA li navçeya Rêzan taxa 5’ê Nîsanê bîroyekî hilbijartinê vekirin. Parlementerên HDP’ê Îmam Taşçier, Ziya Pîr û Hevseroka HDP’ê yê bajêr Gulşen Ozer û gelek xebatkarên partiyê tevlê vekirina bîroyê bûn.

SÊRT

Li Sêrtê di mîtînga pêşengtiya HDP’ê de hate lidarxistin bi hezaran kes beşdar bûn. Di mîtînga li Qada Demokrasiyê hate lidarxistin de berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr, Wekîlên HDP’ê Mîthat Sancar, Saadet Becerîklî, Mehmet Alî Aslan, Dadîr Yildirim li gel rêxistina HDP’ê ya Sêrtê û bi hezaran kes beşdar bûn.

Di mîtîngê de ewilê Parlemeterê HDP’ê yê Sêrtê Kadrî Yildirim axivî. Yildirim bi silavkirina gelê Sêrtê dest bi axaftina xwe kir û got: “Dewlet yek ziman û yek netewê li ser me disepîne. Eger ku refernadûm bê erêkirin Kurdî û Erebî namîne tenê Tirkî dibe. Em heqarete. Dewlet neçare Kurdan, Ereban û hemû gelan nas bike. Wê gelê Sêrtê li dijî hişmendiya yek kesî bêje ‘NA’.”

Piştre jî parlemera Êlihê Saadet Becerîklî bang li gel kir. Becerîklî silav û heskirinên xwe ji bo parlemtera Sêrtê Besîme Konca re şand û got: “Ez sekina bi biryardarî ya gelê Sêrtê silav dikim. Eger ku îro rêz ji vîna were bihatiba girtin hevşaredarên we Tûncer Bakirhan û wekîla we Besîme Konca ne girtîbûn û ev hevalên me wê îro li gel me bûna. Em ê 16’ê Nîsanê biçin ser sindoqan tevî hemû zextan jî em ê biçin ‘NA’ê li sindoqan tije bikin. Wê 16’ê Nîsanê qedera Tirkiyeyê bê dengdan. Gelo ma em ê qebûl bikin ku dayîka Teybet hefteyekê li kolanê ma? Wê demê ji derveyî ‘NA’ yê ti şensê me yê din nîne. Ji bo ev desthilatdariya ku ev 14 sal in li ser desthilatdariyê hilweşînin em ê bêjin ‘NA’.”

Parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar jî diyar kir ku hilbijartina referandûmê di nava mercên wekhev de pêk nayê, partiya AKP’ê û Serokkomar Erdogan hemû derfetên dewletê bi kar tîne. Sancar got: “Tevî ku dewlet hemû derfetên xwe bikar tîne jî , li Sêrtê nekarîn cihekî biçûk jî tije bike. Lê îro welatiyên Sêrtê qad tije kiriye. Ev tê wateya ku hûn ji neheqiyê re dibêjin na ye. Bi teqez em ê bi ser bikevin. Çawa wê 3 ziman bibe yek? Hûn nikarin bikin yek, gel rê nade we, em ji kesên ku yek ziman dixwazin re dibêjin ‘Na’. Wê di 16’ê Nîsanê de ev meşa me bi dengê bi hêz ê ‘NA’ derkeve.”

Herî dawî di mîtîngê de Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr axivî û destnîşan kir ku guhetina ‘Destûra Bingehîn’ a ku wê 16’ê Nîsanê bê dengdan, tê wateya ji bo hemû Tirkiyeyê wê qeyûm bê wezîfedarkirin. Baydemîr got: “Em ji bo kesê ku qeyûm wezîfedar dikin bi vê paketê em ê bêjin Na. Di demokrasiyê de sindoq nebe nabe. Lê AKP a ku vîna gel di her kêliyê de tîne ziman, li dijî vîna gel li ser hev darbeyê dike. Di hilbijartina 7’ê Hezîranê de vîna gel nasnekirin û bi wê darbeya herî mezin kirin. Ji bo bi serê xwe bibe desthilat zarokên gel berê wan da kuştinê. Ji Pirsûsê heta qetlîama Garê ya li Enqerê. Ji Sêrtê bang li Enqerê dikîn; mafê jiyanê yê yek kesî ji 550 parlementeran hê bi watetire.”

ÊLIH

Li navçeya Qubînê ya Êlihê hevdîtina gel pêk hat. Parlamenterên HDP'ê Osman Baydemîr, Mîthat Sancar, Kadrî Yildirim, Saadet Becerîklî, Ayşe Acar Başaran, Mehmet Alî Aslan beşdarî bernameyê bûn. Welatiyan dirûşmên "Na" berz kirin. Baydemîr axivî û bang li gel kir xwest dengê "Na" bi kar bînin.

Baydemîr diyar kir ku di paketa qanûna bingehîn de ji ber ku ziman, çand, hebûn û îradeya kurdan tune tê hesibandin wê bibêjin "Na" û wiha axivî: "Her 'Na'ya ku hûn dibêjin wê bibe dermanê birînên Nisêbîn, Cizîr, Sûr û bajarên me yên din ên hatine şewitandin. Em paketa ku hebûn û îradeya kurdan tune dihesibînin nas nakin û ji zilm û paketa wan re dibêjin Na."

Piştî axaftinan konvoy ber bi Misircê ve derket rê.

Hevparên Platforma Jinê ya Demokrasiyê ya Êlihê jî bi daxuyaniyeke aşkera kir ku ew ê di referandumê de dengê "Na" bi kar bînin. Gelek rêxistinên civakî ya sivîl, komele, ode û Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Derya Aslan axivî û diyar kir ku jin ji dîrokê heta niha li dijî feraseta yekperest têdikoşin. Aslan wiha axivî: "Ji dîrokê heta niha desthilatdar ji bo teşe bidin civakê polîtîkayên xwe li ser jinan hewl dan ku bixin meriyetê. Mudaxaleyî kenên jinan jî kirin. Lê jin bi ken û îradeyên xwe ve li ber xwe dan, îtiraz kirin. Ew ê di referandumê de jî li dijî van bibêjin Na."

MÊRDÎN

Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê jî Hevşeradarê Bajarê Mezin a Mêrdînê yê ji peywir hate girtin Ahmet Turk, parlamenterê HDP'ê Alî Atalan jî nav de HDP'î û DBP'î çûn serdana esnafan. Li esnafan belavokên "Na" hatin belavkirin, Gel eleqeyekî mezin nîşan da. HDP'î û DBP'î piştre derbasî bajaroka Estelê bûn.

WAN

Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Wanê li Payîzava û Elbakê bi gel re hatin cem hev. Parlamenterên HDP'ê Bedîa Ozgokçe û Adem Geverî serê sibehê bi konvoyê hatin navçeya Payîzavayê û çûn serdana esnafan. Piştî serdena esnafan konvoy derbasî navçeya Elbakê bû û li vir eleqeyeke mezin hatin pêşwazîkirin. Welatiyên Elbakê li pey konvoyê heta navenda navçeyê ve meşiyan.

Li vir Hevserokê HDP'ê Yakup Ataş xîtabî gel kir û diyar kir ku Elbak wê di referandumê de jî rekorê bişikîne. Parlamenter Ozgokçe jî diyar kir ku hemû qanûnên bingehîn ên li Tirkiyeyê hatine çêkirin bi darbeyanv e hatine çêkirin û di nava wan de gelê kurd û jin tunebûn. Ozgokçe got ku divê gel der barê xwe de biryarê bide û ew ji tunehesibandina gelan re dibêjin "Na".

Piştî axaftina Ozgokçe, ji otobusa hilbijartinê gotina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş a "Em ê te nekin serok" hate guhdarkirin.

ERZIROM

Rêveberên HDP'ê yên li Erziromê xebatên referandumê didin meşandin çûn serdana taxên Bahçelî û Qereçobanê û sedemên "Na" vegotin. Xebatkarên HDP û HDP'ê yek bi yek çûn serdana hemû malan û bal kişandin li ser girîngiya pêvajoyê.

AGIRÎ

Li Agiriyê di çarçoveya xebatên referandumê de parlamentera HDP'ê Dîrayet Taşdemîr û Hevseroka HDP'ê yê Agiriyê Olcay Ozturk, Endamê MP a HDP'ê Metîn Bîngol, Rêveberên HDP û DBP'ê çûn serdana rêxistinên civakî yên sivîl. Heyeta ku çû serdana Platforma Şaxên KESK'ê, ÎHD, Odeya Ajokaran, Komeleya Keyayan, Yekîtiye Odeyên Esnafan, Baroya Agiriyê, Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Agiriyê û li vir sedemên "Na" vegot.Taşdemîr a di serdanan de axivî diyar kir ku ew ê bihevre rojên tarî li pey xwe bihêlin.

Taşdemîr di çarçoveya xebatan de çû standa HDP'ê jî û li vir bi taybetî ciwanan eleqeyeke mezin nîşan dan.

ŞIRNEX

Di çarçoveya xebatên hilbijartina referandûmê de rêxistinên HDP û DBP'ê û parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Leyla Bîrlîk û Aycan Îrmez serdana gelê navçeya Basayê û bajarokê Findikê yên Şirnexê kirin. Di serdanê de esnaf jî hatin ziyaretkirin û belavokên "Na"yê li esnaf û gel hatin belavkirin. Piştî Basa rêxistinên HDP û DBP'ê derbasî Bajarokê Findikê bûn. Jinên Findikê bi kêfxweşiyeke mezin endamên partiyê pêşwazî kirin. Jinan dan zanîn ku, ew ê ji bo hilbijartina referandûmê di nav xwe de "Na"yê birêxistin bikin. Dayikên bajarokê dan pêşiya parlementeran û mal bi mal bi wan re geriyan.

STENBOL

Li Stenbolê Meclîsên Jinan ênTJA, HDK û HDP’ê li ser Rêya Îstîklalê belavok belavkirin. Polîsan govenda jinên ku hem dilîstin û hem jî belavok belav dikirin asteng kir. Polîsên jin ên sivîl ku hatin cihê standê gotin: “Dema ku 2-3 kes govend bigerîne pirsgirêk nîne, lê dema govend mezin bû rê tê girtin.” Govenda jinan asteng kir. Jinan piştî astengkirina govendê belavok belavkirin.

Hevseroka HDP’ê ya Beyoglûyê Gusen Bîter a ku nêzîkatiyên polîsan nirxand, diyar kir ku ev nêzî hefteyekê ye li Îstiklalê stand danîne. Bîter diyar kir ku partiyên din jî stand danîne û got: “Ji MHP’ê bigire heta CHP’ê û AKP’ê li vir stand danîne. Ti mudaxele nayê kirin, lê her kêliya ku em li vir standê vedikin dixwazin me asteng bikin.” Bîter wiha got: “Dibêjin hûn sembola serkeftinê li me nakin, govendê negerînin, piraniya gel tên vir û tercihên wan aliyê me ye, ji bo bi hev re bêjin ‘NA’ naxwazin bên gel me. Ev bi vekirî li vir tê gotin. Ti gazic û giliyên dikandarên li vir nîne. Dikandarên li vir jî beşdarî me dibin û sembola serkeftinê bilind dikin. Em ji têkoşîna xwe gav şûnde navêjin. Ti zext û êrîş me ji daxwaz û têkoşîna me gav nade şûnde avêtin. Wê xebata me bidome.