Li Tirkiyeyê rêjeya sendîkayatî sedê 8.9

Li Tirkiyeyê rêjeya sendîkayatî sedê 8.9

Li gorî daneyên Wezareta Ewlekariya Civakî û Xebatê, li welat ji zêdetirî 11 milyon karkeran tenê sedê 8.9 sendîkayî ne.

Li gorî îstatîstîkên 6 mehên destpêkê ên sala 2013’an ku di Rojnameya Fermî de hatin weşandin, ji 20 qolên kar bigiştî sedê 6.9 hêjmara karkeran zêdebû û giha 11 milyon 628 hezar û 806 karkeran. Hêjmara karkerên sendîkayê jî sedê 3 zêdebû û hêjmar giha 1 milyon 32 hezar û 166’an. Di meha Tîrmehê de jî li gorî meha Çileya 2013’an rêjeya sendîkayatiyê ji sedê 0.33 pûana ket û daket 8.88’an. Dema ku karkerên nehatine qeytkirin jî tên hesibandin hate diyarkirin ku, ev rêje da dikeve sedê 6’an.

Bigiştî hêjmara karkeran li gorî Çileya 2013’an sedê 6.9, bigiştî hêjmara karkerên sendîkayê jî sedê 3 bilind bû. Di meha Çileya 2013’an de hêjmara karkeran 10 milyon 881 hezar û 618, bigiştî ya karkerên sendîkayê 1 milyon 671 hezar kese. Di Çileya 2013’an de rêjeya sendîkayatiyê ji sedê 9.21 bû.