Li Tirkiyeyê hemû cihên kombûnê tên girtin

Wezareta Karê Hundir ê Tirkiyeyê ragihand ku li hemû bajaran kafe û restoran jî di nav de hemû qadên girtî yên kombûnê ji bo ‘demeke kin’ wê bidin girtin.

Wezareta Karê Hundir a Tirk bi giştînameyekê ji bo 81 bajaran ragihand ku ji saet 24:00’ê û şûnde hemû cihên giştî yên weke ‘şano, sîmema, navendên çalakiyan, salonên konsertan, salonên dawet û nîşan, xwaringehên muzîk, kafe, gazîno, qehwe, çayxane, salonên nargîle, salonên înternetê, kafeyên înternetê, her cûre salonên lîstikê, parkên pêlîstokan, hewzên melevaniyê, serşok, saûna, salonên mesajê, Navendên sporê û …’ hemû cihên kombûnê li xwe digire ji bo demekê wê bidin girtin.

Têkildarî mijara vê tedbîrê ku wê kengê bi dawî bibe ti dem nehate diyarkirin.