Li bajarokê Tiltemir welatiyan li ser riya Diwelî ku di nava bajêr de derbas dibe keçeke ciwan ku bi guleyekê hatibû kuştin, dîtin.
Welatiyên Tiltemer li ser riya Diwelî ku di nava bajê re derbas dibe, keçek ciwan ji serê xwe bi guliyekê hatibû kuştin, dîtin. Welatiya serî li asayişa bajêr dan. Asayişê jî cenazeyê keça kuştî rakirin navenda tenduristiyê ya li Tiltemirê.
Asayişan tu belge ku nasnameya keça kuştî diyar bike nedîtin. Temenê keça kuştî derdora 18 salî ye. Derbarê mijarê de asayişa Tiltemir bang li kesên ku keçê wan wenda bûyî serî li navenda Tenduristiya Tiltemerê bidin. Eger heta 2 rojan tu kes xwediyê keçikê dernekevin wê cenaze were defin kirin.
Tiltemir dikeve nava xaka Rojavayê Kurdistanê û 40 kilometre dûrî Serêkanyê ye û li ser rêya Hesekê ye.