Li Til Xelef pevçûnên dijwar: Benzînxane ket destê YPG’ê

Li Til Xelef pevçûnên dijwar: Benzînxane ket destê YPG’ê

Hate ragihandin ku, li bajaroka Til Xelef a Serêkaniyê di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra de pevçûnên dijwar derketin. Hate gotin ku, benzînxaneya di ketina Til Xelef de ketiye destê YPG’ê.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, pevçûn li derdora demjimêr 22.20’an de derket. Hate ragihandin ku, di pevçûnan de benzînxaneya Ebû Ednan li daketina Til Xelef ketiye destê YPG’ê. Her wiha gelek cebilxane jî hate bidestxistin. Pevçûn hêjan didomin.

Li heman herêmê şevêdin û serê vê sibehê jî pevçûnên dijwar derketibûn û yek ji wan emîrê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê bi giştî 24 endamên komên çete hatin kuştin.