Li Tetwanê di kursiya vekirî de ‘Jin û şer’ hat nîqaşkirin

Li Tetwanê di kursiya vekirî de ‘Jin û şer’ hat nîqaşkirin

Navenda Piştevaniya Jinan a Mizgîn ‘kursiya vekirî’ ya her hefte pêk tîne, vê hefteyê mijara şer û jin nîqaşkirin.

Navenda Jinan a Mizgîn ku di bin bana Şaredariya Tetwanê de xebatê dimeşîne li qadên civakî yên gel hene û kargeriyan de nîqaşên ‘kursiya vekirî’ dimeşînin. Kursiya vekirî ku her hefteyê pêk tê vê hefteyê li Parqa Îşletme ya Tetwanê pêk hat. Mijara ‘jin û şer’ hat nîqaşkirin.

Civaknasa Navenda Piştevaniya Mizgîn, Derya Demîr axivî û got şer di encama pergala serdestiya mêr û zîhniyeta mêr de pêk tê.

Demîr got tu kes di bi çanda şer nehatiye dinê û got: “Di civakên xwezayî de çanda şer nîne. Şer piştre li civaka hatiye erzkirin. Dema mirov li civakên şer dikin dinêrin zihniyeta mêr lê serdeste. Li cihê şer hebe, jin tune, wijdan û ziman tê rakirin. Îro li Rojava dest didin ser jin û malên kurdan.”

Demîr got herî zêde jin ji şer zirarê dibînin û ger mirov bixwazin civakekî, welatekî bidesbixin, destpêkê jina dixînin û tecawiz dikin.