Li Tekmanê Mustafa Bîngol ê 76 salî hat kuştin

Li Tekmanê Mustafa Bîngol ê 76 salî hat kuştin

Hat ragihandin ku li gundê Haciomer ê girêdayî Tekmanê Mustafa Bîngol ê 76 salî ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve hat kuştin.

Hat zanîn ku Mustafa Bîngol (76) ê li gundê Haciomer ê girêdayî navçeya Tekman a Erziromê dimîne, duh bi şev li ber mala xwe rastî êrîşa 6 kesên nasnameya wan ne diyar hatiye.

Hat diyarkirin ku Bîngol dema derî ji kesên nasnameya wan ne diyar re vekiriye, bi çekan hatiye gulebarankirin.

Hat îdîakirin ku tevî qereqol 200 metre dûrî mala Bîngol e jî  leşker dereng hatine cihê bûyerê.

Cenazeyê Bîngol piştî otopsiya li Saziya Tiba Edlî ya Erziromê ji bo defnkirinê ku birin gund, hat ragihandin ku der barê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.