Li Tekîrdagê qezaya trenê: 24 kes mirin, 318 kes birîndar bûn
Li nêzî navçeya Çorlû ya Tekîrdagê ji ber qezaya trenê 24 kes mirin, 318 kes birîndar bûn.
Li nêzî navçeya Çorlû ya Tekîrdagê ji ber qezaya trenê 24 kes mirin, 318 kes birîndar bûn.
5 vagonên trena ku sefera Kapikûle-Stenbolê dikir roja Yekşemê ji rê derketin û wergeriyan. Li gorî daxuyaniya Musteşarê Wezareta Tenduristiyê, 24 kes mirin, 318 kes jî birîndar bûn. Serokwezaretiyê qedexeya weşanê danî ser qezayê.
Waliyê Tekîrdagê Mehmet Ceylan îdîa kir ku qeza ji ber rewşa nebaş a hewayê rû daye.
Wezareta Ragihandin û Deryayî jî ragihand ku ji ber baranê ax ji ber şiba trenê çûye, lewma qeza bûye.