Li Tekîrdagê jî biryara ‘qedexe’yê hate dayîn

Walîtiya Tekîrdagê beriya meşa HDP’ê pêk bê, biryara qedexeyê wergirt.

Meşa ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê 15’ê Hezîranê ji Edîrne û Colemêrgê heya Enqerê bide destpêkirin ji aliyê desthilatiya AKP-MHP’ê ve tê astengkirin.

Piştî Walîtiyên Edîrne û Wanê, Walîtiya Tekîrdagê jî ji bo astengkirina meşê biryar da.

Di daxuyaniya walîtiyê de ya ku li ser malpera xwe ya fermî weşandiye, hatiye diyarkirin ku ketina nava bajêr hatiye sînordarkirin û her wiha hemû merasîm û daxuyanî yên di nava bajêr hatine ‘qedexe’ kirin.