Li Tekîrdagê 24 girtî di greva birçîbûnê de ne
Li Tekîrdagê 24 girtî di greva birçîbûnê de ne
Li Tekîrdagê 24 girtî di greva birçîbûnê de ne
Li Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê, 24 girtiyên siyasî yên Kurd, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-nedorveger kirin.
Li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 1 û 2 a Tekîrdagê 24 girtiyên ji doza KCK û PKK'ê, bi armanca destekkirina berxwedana Kobanê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-nedorveger kirin.
Daxwazên girtiyên siyasî bi vî rengî ne:
"-Ji bo tedarikkirina pêwîstiyên parastina cewherî ya berxwedêrên Kobanê, korîdorek bê vekirin.
- Statuya siyasî ya Kantonên Rojava bê naskirin.
- Dewleta Tirk desteka xwe ya ji bo çeteyên DAIŞ'ê qut bike!"