Li Taylandê bideh hezaran kes bidaxwaza îstîfa serokwezîr li qadanin

Li Taylandê bideh hezaran kes bidaxwaza îstîfa serokwezîr li qadanin

Bi deh hezaran kesên ku li paytextê Tayland Bangkokê hatin gel, xwesetin serokwezîr îstîfa bike. Ji ber pevçûnên duh li Bangkokê rûdayîn, artêşê 3 hezar kes peywirdar kirin.

Li Bangkokê bi hezaran muxalif hatin gel hev û gefên wergirtina avahiyên hikumetê dike. Tê gotin, eger muxalefet protestoyên xwe wiha berdewam bike dê hikumet îstîfa bike.

Bitaybet muxalefet bertekê nîşanî efoya ku dê serokwezîrê berê milyarder Thaksin Shinawarte jî bigire nava xwe didin. Shinawarte ji partiya rastgir ya li ser desthilatdariyê bû û di sala 2006’an de bi derbeyê ji desthilatdariyê hate girtin û reviya dervey welat.

Li rexmî ku Shinawarte niha vegere welat jî dê ji gendelî, peywira xwe xirab bikaraniye û ji bo berjewendiyên xwe bikaraniye bê darezandin jî û her wiha Senatoyê jî zagona efoyê red jî kiriye muxalefet protestoyê xwe didomîne.

Senator Suthep Thaugsuban aşkera kir ku, “Dema ku ketin hundirê avahiyan tund nêz nebin” û bangek wiha kir; “Dema ku li hemberî me çek bikaranîn an jî tund nêzbûn sakîn bin.”

Di demjimêrên nîvro de derdorê hezar protestovan li nêzî avahiyên hikumetê kom bibûn. Di protestoya ku 150 hezar beşdarbûyîn de, ewlekarî û rêkûpêkî hînzêdetir zehmet bû.

Polîsên ku avahiyên hikumetê diparêzin, bi blokên ji 2 metreyan biçûk ên betonê û têlên bikelem ve diparêzin. Weke din jî ji bo parastina wezaretan bi hezaran polîs û leşker hatin peywirdar kirin.