Li taxa Kurdan pevçûn: 4 leşker mirin 5 birîndar
Li taxa Kurdan pevçûn: 4 leşker mirin 5 birîndar
Li taxa Kurdan pevçûn: 4 leşker mirin 5 birîndar
Li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê di encama pevçûnên ku heta wan saetan didomin de 4 leşkerên rejîma Sûriyeyê hatin kuştin û 5 birîndar bûn. Hate zanîn topbarana li ser taxa Şêxmeqsûd di roja 13’da de didome.
Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê pevçûnên duh li taxa Şêxmeqsûd di navbera şervanên YPG’ê û hêzên rêjîma Sûriyeyê de rûdan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên rêjîma Sûriyeyê ji beriya 12 rojan bi hemû çekên xwe yê giran taxên Kurdan topbaran û bombeberan dikin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên YPG’ê soza parastina taxên kurdan dane û wê rê nedin hêzên rêjîmê ku bikevin taxên Kurdan.
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên rêjîma Sûriyeyê yên duh di saetên nîvro de xwestin bikevin taxa Şêxmeqsûd rastî bersiv dayîna şervanên YPG’ê hatin û di encamê de pevçûn heta saetên êvarê dewam kirin. Di encama pevçûnan de 4 leşkerê Sûriyeyê hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.
Topbarana rêjîma Sûriyeyê ya ser taxa Şêxmeqsûd di roja 13’na de didome. Hate zanîn ku pevçûnên di navbera YPG’ê û hêzên rêjîmê li devera El-Ewarid û Mexselet El-Cezîra heta niha jî didomin.