Li Taxa Gazî polîsan ciwanek giran birîndar kir

Li Taxa Gazî polîsan ciwanek giran birîndar kir

Li Taxa Gazî polîsan hişk êrîşî bi hezaran xwepêşandanan kir. Polîsên ku di nêz de bombeya gazê li serê ciwanê binavê Duran Akbaş da giran birîndar bû.

Li Taxa Gazî ya Stenbolê bi rojane ji bo piştgiriyê bide berxwedana Parka Gezî ji aliyê hezaran ve çalakî têne kirin. Şeva din bi hezaran kesên li Taxa Gazî kombûn û ber bi qereqola polîsan ve meşiyan. Polîsan bi wesayîtên akrep û hêzên çevîk bi awayek hişk êrîşî girseyê kir.

Polîsên ku di êrîşê de ji nêz ve bombeyên gazê avêtin, ciwanê binavê Duran Akbaş giran birîndar bû. Şahidên bûyerê ragihandin ku, bombeya gazê di mesafeyek nêz de li serê Duran Akbaş ketiye û giran birîndar bûye.

Akbaşê ku destpêkê rakirin Nexweşxaneya Gazî piştre şandin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerde ya Okmeydaniyê. Çavkaniyên nexweşxaneyê ragihandin ku, Akbaş trawmaya mejî derbaz kiriye û niha nikarin di derbarê rewşa wî de tiştekê bibêjin. Malbat û xizmên Akbaş li ber deriyê nexweşxaneyê di rawestiyan.

Li aliyê din piştî li Taxa Gazî Akbaş birîndarbû hêrsa gel zêdetir bû û êrîşa polîsan jî dom kir. Welatiyan bi kevir, molotof û fîşekên hewayî bersiv da polîsan.