Li Tarsûsê jinên girtî di greva birçîbûnê de ne

Li Tarsûsê 4 jinên girtî li dijî tecrîd û dagirkeriyê ji 15’ê Adarê û vir ve di greva birçîbûnê de ne. Girtiyan bang li raya giştî kirin ku bila li hemberî zilmê dengê xwe bilind bikin.

4 jinên girtî yên di Girtîgeha Jinan a Tarsûsê, ji 15’ê Adarê û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

Jinên bi navê Kanîa Agirman, Songul Coşkûn, Şîlan Çetîner û Fatma Berde ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirker ên li ser Efrînê bi dawî bibe, bang kirin.

BANGA JI BO SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ Û RAYA GIŞTÎ

Banga girtiyan wisa ye:

“Ji bo ku van her du daxwazên me bi cih werin, em 4 jinên girtî me dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine. Em hêvîdar in ku saziyên navneteweyî û raya giştî wê di vî warî de bihistyar bin û ji bo sekinandina şer û bidawîbûna vê zilmê, ew ê dengê xwe bilind bikin.”